Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê jî nayên rawestandin.
Duh otêleke Hewlêrê rastî êrişekê hat.
Li kêlek ku DYA’ê li Mûsilê êrişî baregeheke Heşdî Şeebî kir.
Droneke xweşkuş êrişê Otêla Rotana Arjaan û Sky Towers ya li Cadeya 100 Metrî ya Hewlêrê hate kirin.
Ziyanên ku ji ber êrişê çêbûne nehate zanîn.
DYA’yê li Mûsilê êrişî baregeheke Heşdî Şeebî kir
Hêzên hewayî yên Amerîkî jî bi tundî çeperên Heşdî Şeebî li parêzgeha Nînovayê bombebaran kirin.
Li gor agahiyan balafireke Amerîkî şeş mûşek avêtine nêzî baregeha Heşdî Şeebî .
Çavkaniyê got ku komên Heşdî Şeebî bi çekên giran bersiv dane.
Di êrîşê de zerera madî gihîştiye avahiyek nêzîkî hedefê.
Li Bexdayê êrişî baregehên Amerîkayê kirin
Sîstema Parastina Hewayî ya Iraqê droneke Amerîkî li Bexdayê, xist.
Piştî ku drone hate xistin, droneke din hewl da ku nêzîkî baregehê bibe.
Têkildarî zerer û ziyanên canî û madî yên êrişan agahiyên zelal nehatin bidestxistin



