Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi komîteyeke malbatên girtî û windahiyan re civiya.
Îro Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi komîteyeke ku nûtertiya malbatên dîlgirtî û windahiyan dike re civiya.
Navenda Ragihandina QSD’ê naveroka civînê belav kir.
Mezlûm Ebdî piştrast kir ku dosya dîlgirtî û windahiyan ên di şerê dawiyê de, dozeke navendî ya sereke di proseya entagrasyonê ya li gor peymana 29’ê çileyê ye.
Ebdî diyar kir ku bi rengekî fermî jê re hatiye gotin ku 1070 dîlgirtiyên sivîl û leşkerî di zindanên sûriyayî de ne û detnîşan kir ku ev dosya ji bo mijareke sereke ye û li ser dixebitin û dişopînin.
Fermandarê QSD’ê piştrast kir ku ne pêkan e bi tu awayî bazar li ser vê dosyayê werin kirin.
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku xebatên wan berdewam e da ku vê dosyayê li gor plan û demeke diyar çareser bikin û got ku dê dîlgirtî di dema pêş de li malbatên xwe vegerin.
Fermandarê QSD’ê ji malbatên dîlgirtiyan re got ku di rojên borî de hejmareke dîlgirtî ji herdu aliyan ve hatin berdan.
Mezlûm Ebdî dibêje ku dosya dîlgirtiya pabendiyeke sereke di hundirê peymanê de ye û bal kişand ser wê yekê ku di dema îmzekirina peymanê de “Serokê Sûriyê” pabendiya xwe bi vê mijarê nîşan daye.
Her wekî destnîşan kir ku di heman demê de plana berdana girtiyên di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di çarçoveya spîkirina girtîgehan de, dewam dike.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî behsa rola lehengane ya şervanên dîlgirtî kir û piştrast kir ku fedekarî û berdewamiya wan di şer de, roleke sereke di parastina welatiyan de lîst.
Ebdî li ser vegera wan şervanan li xizm û malbatên wan piştrast kir da ku jiyana xwe dewam bikin û beşdarî avakirina siberojeke ewle bibin.
Ji şerê meha çileyê de, hejmareke mezin a şervan û sivîlan bi destê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê dîl hatin girtin û ji hingî ve tenê çend kes hatine berdan.



