Hemwextî şerê ku li Îranê diqewime, artêşa Îsraîlê êrişên xwe li Libnanê zêde dike.
Hat ragihandin artêşa Îsraîlê li rojhilatê Libnanê êriş pêk aniye û herî kêm 41 kes miriye.
Medyaya dewletê ya Libnanê ragihand ku saetên şevê helîkopterên Îsraîlê nêzîk bajaroka Nebî Şît ê Newala Bekayê leşker daxistine.
Li gorî agahiyan dema leşkerên Îsraîlê bi bejahî tevdigeriyan Hizbullahê êrişî wan kiriye, piştre leşker ji heremê derketine û herêm hatiye bombebarankirin.
Li Baelbek û Nebî Şît ên Libnanê de herî kêm 41 kes mirin
Heman demê li herêma Baelbekê êrişa hewayî pêk hatiye.
Her wekî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê ragihand ku leşkerên Îsraîlê xwestin li sînorê Suriyê-Libnanê operasyonek pêk bînin.
Hizbullah: Li sînorê Libnan-Suriyê bi hêzên Îsraîlê re pevçûn derket
Li gor ajansê di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer derketiye.
Hizbullah derbarê şer de daxuyanî da û got:
“Artêşa Îsraîlê ji aliyê Sûriyê ve bi çar helîkopteran hatin û xwestin li sînorê Libnan-Sûriyê leşkerên xwe daxînin.
Dema leşker pêşdiketin, şer derket.
Yekîneyên Îsraîlê ji bo paş ve vekişin balafirên şer û helîkopter nêzî 40 êrişên hewayî pêk anîn.”
“Di hefteya dawî de li Libnanê zêdetirî 120 kes mirin û 700 kes birîndar bûn”
Li gorî rêxistinên sivîl di hefteya dawî de li Libnanê zêdetirî 120 kes mirine û 700 kes jî birîndar bûne.



