Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Şehbayê berfireh kirine

Duh di saetên şevê de Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişê Herêma Şehba û Efrînê kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker duh şev gundê Şêx Îsa, Semoqa, Hisiyê û Bendava Şehbayê bi obusan topbaran kirin.

Heman wextê gundê Merenaz, Malikiyê, Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihanê me ragihand ku di encama êrîşê de ziyanên madî gihîşt erd û zeviyên şêniyên.

25’ê Sibatê dewlta tirk komkujiyek li gundê Aqîbê yê Şêrewa pêk anî, di encamê de malbatek di bin kavilan de ma.

Back to top button