Îsraîlê li oteleke li navenda Beyrûtê êrişeke asmanî pêk anî .
Herî kêm 4 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, balafirên şer ên Îsraîlê odeyeke oteleke li herêma Rewşeyê kiriye armanc.
Hat zanîn ku odeyeke qatê çarem a otelê bi temamî şewitiye û zerereke mezin çêbûye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan fermandarên sereke yên Feyleqa Qudsê kirine armanc.
Îsraîlê ew fermandar bi danîna planên êrişan ên li dijî Îsraîlê û kesên sivîl tohmetbar kirin .
Ev di nava vê hefteyê de êrişa duyem a Îsraîlê ya li otelên li Beyrûtê ye.
Çarşema borî jî otelek li herêma Hezmiyeyê ya li nêzîkî Koşka Serokatiyê û balyozxaneyan hatibû armancgirtin.



