Bi boneya 8’ê Adarê ji gelek aliyan daxuyaniyên pîrozbahiyê derketin .
MSD’ê , Federasyona Gaziyên Şer û Hevgirtina Jinên Demokratîk ev roj pîroz kirin.
Aliyan banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê daxuyaniyek da.
MSD’ê got, jin li Sûriyê ji destpêkê de ketin nava tevgera civakî û siyasî û mirovî.
Jinan di şoreşa Sûriyê de gelek berdêl dan û gelek zirar dîtin .
”Ji ber jin beşekî sereke yê civakê ye û kede mezin daye lewma gereke cihê xwe di nava Sûriyê de bigire.”
MSD’ê anî ziman ku avakirina Sûriyeke Demokratîk û nenavendî bêyî beşdarbûna jinan ne pêkane.
Federasyona gaziyên şer: Bi hevgirtinê wê dawî li pergala kedxwarê jinê were
https://hawarnews.com/kr/federasyona-gaziyen-ser-bi-hevgirtine-we-dawi-li-pergala-kedxwar-u-dijmine-jine-were
Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhlatê Sûriyê jî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got:
“Ji bo em cîhana xwe ji pergala sermayeparêz rizgar bikin, divê jin roleke saxlem bilîzin .
Di roja îro de nîşaneya em vê pergala zilm û zorê hilweşînîn mîna rojê derketiye holê.
Li ser vî esasî em bang li hemû jinên kedkar û azadîxwaz dikin ku destên xwe bidin destên jinên Kurd .”
Neda: Heta Azadî bê bidestxistin wê dengê Jinan bilind bimîne
Ji bo 8’ê Adarê Hevgirtina Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NEDA) jî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Hevgirtina NEDA dengê xwe yê hevgirtinê bi jinên herêmê re bilind dike.
Piştrast kir ku têkoşîna wan ne pîrozbahiyek demkî ye, lê pêdiviyek hebûnî ye ji bo avakirina civakên dadperwer.
Hate diyarkirin ku dengê jinan wê li hember şer, paşverûtî û cudakariyê bilind bimîne.



