Duh bi şev navenda bajarê Silêmaniyê û Fermandariya Hêzên 70’ê hatin bombebaran kirin.
Her wiha bi dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û dengê teqînên bi hêz li Bexdayê hatin bihîstin.
Bi şev du caran li nêzî otela Titanic ya li Silêmaniyê êriş pêk hat.
Di heman demê de êrişî Fermandariya li Silêmaniyê hat kirin.
Tê gotin divê êrişê de pêşmergeyek yê komeleyê jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha dronekê Fermandariya Hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê jî hatiye bombebaran kirin .
Bi dironan êrişî Hewlêrê hate kirin
Hate ragihandin ku bi dironeke xwekuj êrişî Hewlêrê hate kirin.
Lê ew dron ji aliyê sîstema parastina esmanî ve hate tinekirin.
Di encama êrişan de karmendekî asayîşa balafirgeha Hewlêrê jiyana xwe ji dest da .
3 karmendên din jî birîndar bûn.
Dengê çend teqînên bihêz li Bexda hate bihîstin
Her wekî hat ragihandin ku denge çend teqînên bihêz li Bezdayê hate bihîstin.
Li aliyê din Konsulxaneya Amerîka zenga agahdarkirinê lêda.
Piştre sîstema parastinê ya esmanî kete dewreyê.
Li Nînowa bi dijwarî baregehên Heşdî Şebî hate bombekirin
Bi dijwarî Lîwaya 40 û Tabûra 33 ya Heşdî Şebî jî ya dikeve sînorê Parêzgeha Nînowa hate bombekirin.
Di saetên şeve de Amerîka baregehên Heşdî Şebî ya li sînorê Parêzgeha Nînowa û Hîzbûlah li Enbarê bombe kir.
Şandeya Ragihandina Ewlekariyê ragihand ku di encama êrişê de kesek miriye û 3 jî birîndar bûne.



