Bi berfirehbûna êrişên Îsraîl û Amerîkayê ku dirêjî cihên pertrolê bû, şerê li dijî Îranê, ketiye qonaxeke nû.
Îsraîl ragihand ku êrişên li hundirê axa Îranê berfireh kiriye û cihên girîng daye xwe.
Şerê berdewam ê di navbera Îsraîl û DYA li aliyekî û Îranê li aliyê de her diçe gur dibe.
Êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser cihên li hundirê Îranê
Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê pêlek nû ya êrişên hewayî li hundirê Îranê pêk aniye.
Cihên leşkerî û binesaziyê li deverên cûda yên welêt bombebran kiriye.
Netanyahu: Em nêzîkî kontrolkirina qada hewayî ya Îranê dibin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got:
Îsraîl û DYA nêzîkî bidestxistina “kontrolkirina tevahî” ya qada hewayî ya Îranê ne.
Cihên petrolê Îranê hatin bombebaran kirin
Medyaya Îsraîlê ragihand ku balafirên şer depo û rafineriyên petrolê yên li Tehranê bombebaran kirin.
Îranê bi mûşekên bersiv da êrişan
Îranê mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin , di nav de bajarê Heyfa rewşa alarmê hebû.
Li gorî hejmarên fermî, di êrişên mûşekî de ji destpêka şer ve bi dehan kes li Îsraîlê hatine kuştin.
Êriş li ser kendavê jî hat kirin
Erebistana Siûdî ragihand ku wê 6 dronên Îranê li rojhilatê Riyadê îmha kirine.
Her wiha Kuweytê jî 3 mûşekên balîstîk ên ku derbasî qada wê ya hewayî bûne, bêbandorkirin.
HRW: Divê êrişa li ser dibistana li Îranê weke sûcê şer bê lêpirsî
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan behsa êrişa 28’ê Sibatê ku li dijî dibistaneke zarokên keç hat kirin kir.
HRW got, divê êriş bi berfirehî bê lêpirsîn, şert e ku bê lêkolîn bê berpirsyaran zanîbûn dibistan e yan na.
Yên ku ji êrişên neqanûnî berpirsyar in divê hesab bidin.”



