Parêzgarê Hesekê bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re mekanîzmaya pêkanîna vegera koçberên Efrînê bo bajar û malên wan gotûbêj kir.
Şandeyeke ewlehî û siyasî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê îro gihîşt Hesekê û bi parêzgar û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Hesekê re civiya.
Parêzgar Nûreddîn Ehmed û endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê Mehmûd Xelîl û fermandara Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah pêşwaziya tîma ku ji hêla serokê hikûmeta demkî, Ehmed El Şari ve hatiye destnîşankirin, kir.
Şande ji rêvebirê Beşa Karûbarên Siyasî Ebas Hisên, rayedarên parêzgeha Helebê û rayedarên herêma Efrîn pêk dihat.
Li gorî Ofisa Ragihandinê ya Hesekê, di civînê rêxistina mekanîzmaya vegera şêniyên Efrînê yên koçber ên ku niha li Hesekê û gundewarên derdora wê dimînin bo bajar û malên xwe hat gotûbêjkirin.
Duh Şemiyê, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl, li ser hesabê xwe yê X’ê got ku roja Duşemê koma yekem a koçberên Efrînê ku ji 400 malbatan pêk tê, dê ber bi malên xwe ve biçin.



