Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî destnîşan kir ku hinek kom û alî li ser navê Muqaweme êrişî jîngehên sivîlan, aboriya Başûrê Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin û got: “Divê hemû alî baş bizane ku her tiştekî sînorê xwe heye.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzzanî têkildarî êrişên komên çekdar ên li Iraqê ku êrişî Başûrê Kurdistanê dike daxuyaniyek da.
Barzanî destnîşan kir ku di dîrokê de, gelê Kurdistanê tu demekê bi şer re nebûye û her tim aştî û pêkvejiyan xwestine û diyar kir ku eger şer li ser hatibe ferzkirin jî li ber xwe daye û parastina mafê xwe kiriye.
Barzanî di dewamê de anî ziman ku li herêmên wan aloziyên mezin derketine û ew rêya çareseriyê û aştiyê tim destnîşan dikin.
Mesûd Barzanî bal kişand ku hinek kom û alî li ser navê Miqaweme bi hincetên û dirûşmên cuda êrişî jîngehên sivîlan û aboriya Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin û got: “Ev bi awayeke pir vekirî binpêkirina mafê welatiyan û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye.Sînorê bêhnfirehiyê û her tiştî heye. Pêşmerge zilm û zordariya ti aliyekê qebûl nake. Nabe ku êrişî Herêma Kurdistanê û ewlehiya wê bê kirin.”
Barzanî bang li Hikûmeta Iraq û Parlamentoyê, aliyên siyasî û bi taybet Çarçoveya Hemahengî kir ku bi rengekî cidî nêzkî vê mijarê bibe û sînoreke ji bo van êrişan dane û got: “Em ji bo gelê Kurdistanê piştras dikin ku emê rê nedin Kurdistan bibe qadeke ya şer. Ewlehî û jiyana xelkê biparêzin.”



