Piştî destpêkirina êrişa Israîl – Amerîka li dijî Îranê, herêma Kurdistanê jî dibe armanca êrişên bi moşekan.
Li êrişekê li dijî bajarê Hewlêrê de, endamekî asayîşa balafirgehê jiyana xwe ji dest da û 3 karmendên din jî birîndar bûn.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand şeva borî 9 caran bi dironan êrişî ser Hewlêrê hat kirin û piraniya wan hatin têkbirin.
Xoşnaw eşkere kir ku di encama êrişê de, karmendê Asayîşê Welat Tahir ê bavê sê zarokan jiyana xwe ji dest da.
Nêçîrvan Barzanî: Welat tahir bi êrişeke terorane şehîd bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku Welat Tahir di encama êrişeke terorîstî ya neheq û zalimane şehîd ket û diyar kir ku wî di ber parastina vê herêmê de canê xwe da
.Mesûd Barzanî: Sînorê her tiştî heye
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî jî destnîşan kir ku hinek kom û alî li ser navê Muqaweme êrişî jîngehên sivîlan, aboriya Başûrê Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan dikin û got:
“Divê hemû alî baş bizane ku her tiştekî sînorê xwe heye.
Her wekî diyar kir ku pêşmerge zilm û zordariya ti aliyekê qebûl nake. Nabe ku êrişî Herêma Kurdistanê û ewlehiya wê bê kirin.”
Di vê çarçoveyê de Barzanî bang li hikûmeta Iraqê kir ku sînorekî ji van êrişan de deyne û ragihand ku ew nehêlin herêma Kurdistanê bibe qadeke şer.
Li kêleka vê jî Amerîkayê bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kir û bi awayekî lezgîn ji Iraqê derkevin.


