Li ber Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA a li paytexta Nowêc Oslo derengiya şevê teqînek çêbû.
Ti ziyanên canî pêk nehatin. Polîsan dest bi lêpirsînê kiriye ka têkliya wê bi şerê li Rojhilata Navîn re heye yan na.
Polîsên Norwêcê diyar kirin ku teqîn saeta despêkê ya rojê pêk hatiye.
Piştî wê yekser berê xwe dane cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên berpirsên polîsan belav kirî, ti ziyanek canî pêk ne hatiye.
Rêveberê polîsan got:
Heta niha di encama lêkolînê de ti amûrekî din a teqînê li qadê ne hatiye dîtin.
Lêpirsîna sedema teqînê dewam dike.
Polîs diyar kir ku di vê qonaxê de, ti delîl tune ku bûyerê bi aloziyên li Rojhilata Navîn ve girêdayî be.
Rayedaran gotin, lêpirsîn berdewam dike, û hemî îhtîmalan têne nirxandin.
Piştî teqînê, derdora balyozxaneyê hate dorpêçkirin.
Tê gotin tîmên polîsan wesayîtên li herêmê radiwestînin û kontrol dikin.
Tê payîn ku daxuyaniyên fermî yên derbarê bûyerê de bi pêşveçûna lêpirsînê re werin weşandin.



