Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, derheqê êrişên rejîma Îranê yên li dijî partiyên rojhilat daxuyanî da.
Hepeymaniyê got ku ev êriş nîşan dide ku êdî dawiya desthiladariya Komara Islamî ya Îranê nêzîk bûye.
Hevpeymaniyê diyar kir ku şeva borî navendên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Hewlêr, Silêmanî û çend deverên din yên Herêma Kurdistanê hatin armanckirin.
“Pêşmerge Ismaîl Rehmanî û Karmendê Asayîşê welat Tahir şehîd bûn”
Li gor daxuyaniya hevpeymaniyê, di van êrişên terorîstane ya Komara Îslamî û hêzên wê de Pêşmergeyê Komeleya Şoreşgeran ya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ya Îranê ‘Îsmaîl Rehmanî’ û Karmandê Asayîşa Balafirxaneya Hewlêrê ‘Welat Tahir’ Şehîd bûn û çend pêşmergeyên din yên Komela Şoreşger û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê jî birîndar bûn.
Hevpeymanî: Desthildaraiya rejîma Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Hevpeymaniyê sersaxî ji malbatên şehîdan û partiyên siyasî re xweset û got:
Em di wê baweriyê de ne êrişên Komara Îslamî nîşaneya ku desthilatdariya wê ya dîktator ber bi dawî ve diçe ye.
Bila gelê Kurd berxwedan û têkoşîna bê navber ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî û bidestxistina mafê netewî ya gelê me, armanca hemû şehîdên me ye û em ê vê bê navber bikin.”



