Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li Almanyayê ye.
Îro bi bajarê Bonn bi gel re civiya.
Rohilat Efrîn got; mijarên wan yên sereke vegera koçberan û berdana dîlgirtiyane. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên wan li gel Şam û aliyên pêwendîdar dewam dikin.
Rohilat Efrîn roja 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û diyar kir ku îro bi berxwedana jinên Kurd a bêhempa ev roj bûye sembolek li tevahiya cîhanê.
Rohilat Efrîn diyar kir ku naskirina gelê Kurd bi berdêlên giran û berxwedanek bênavber hatiye qezenckirin.
Rohilat Efrîn ragihand ku pêşîniya wan ya bingehîn; di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Şehba, vegera bi rûmet a gel e. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên wan bi rêveberiya Şamê û hêzên peywendîdar re berdewam dikin.”
Rohilat Efrîn bang li her kesî kir ku bi xurtî xwedî li Newroza Frankfurtê ya îsal derkevin û got, “Berxwedan û pîrozbahiyên Newroza îsal, ji salên borî pir cudatir û watedartir e. Ez bang li tevahiya gelê me dikim ku beşdarî vê Newrozê bibin.”



