Rewşenbîran bang li gelê Rojava kir ku bi hejmareke mezin tev li Newrozê bibin û bi ruhê wê yekitiya xwe xurt bikin.
Helbestvan û Nivîskar Mihemed Beşîr got: “Ez Newroza 2726`an li gelê Kurd, tevahiya cîhanê û hemû daxwazên azadiyê pîroz dikim. Di vê rojê de meşeleya azadiyê bi destê Kawa Hesinkar hat dadan. Ew meşela destpêka dawîanîna li zilmê û dagirkeriyê bû. Di dîrokê de gelê Kurd bi gelek krîz û şeran re derbas bû. Lê belê her tim ev cejin vejîn û pîroz kirin ji ber sembola azadî û berxwedanê ye. Newroza îsal divê bibe roja xurtkirina yekitiya gelê Kurd. Di vê pêvajoyê de pêwîst e gelê Kurd û partiyên siyasî yên Kurd yekitiya xwe xurt bikin. Yekitiya gelê Kurd hêzeke di destê wan de ye ku li hemberî êrîşan bisekinin û deskeftî û mafên xwe biparêzin.”
HER TIM AGIRÊ NEWROZÊ GUR E
Nivîskar Ebdulwehab Pîranî cejna Newrozê pîroz kir û got ew dikarin meha Adarê, meha Kurdan bi nav bikin û wiha berdewam kir: “Çi xemgîn bin çi jî kêfxweş bin di meha Adarê de gelek munasebat û buyerên girêdayî doz û çanda Kurdî qewimîne, hene. Cejna neteweyî ya Newrozê sembola nûbûn û azadiyê ye. Hesreta azadiyê ya gelê Kurd nîşan dide. Gelê Kurd ji bo dengê wan hebe û li ser xaka xwe bijîn bi hezarê salan têkoşîn kirin. Newroz ne tenê munasebeteke û tê pîroz kirin. Cejnekî dîrokî, destanî, neteweyî û çandî ye, di hundirê xwe de wateya gelek nirxên manewî dihewînê. Îsal li Sûriyeyê em ê cejna Newrozê di şert û mercên ku êrîş li ser me çêbû û me gelek şehîd û bedel dan, pîroz bikin. Gelê Kurd êşa dayîkên dîlgirtiyên şer û malbatên şehîdan hîs dikin û xemgîn in. Em hêvî dikin ku her tim agirê Newrozê gur be û bimînê sembola berxwedan û têkoşîna li dijî êrîşên li ser gelê Kurd têne kirin.”
Di dawiya gotinên xwe de Ebdulwehab Pîranî anî ziman ku: “Em bang li gelê Kurd dikin ku bi hejmareke mezin beşdarî çalakiyên Newrozê bibin. Destûr nedin ku kesek nêzî doz, cejnên neteweyî û sembolên gelê Kurd bibin. Mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd neyên înkarkirin. Hezkirina gelê Kurd a jiyan û aştiyê pênase bikin. Cejna Newrozê ne tenê cejneke kevnar e, wateya azadî, nûbûn û xwişk û biratiya gelan vejîn dike. Newroz nameya hêviya destpêkeke nû ye, ku aştî û aramiyê bi xwe re bînê.”



