Dema ku li cihekî neheqî, zilm û zordarî derdikeve holê, berxwedan dibe bersiva herî rast. Ji ber ku di dîrokê de destpêkê li jinan hatiye xistin û mafên jinan ji dest hatine girtin, berxwedanê jî bi jinan dest pê kiriye. Kujerên kastîk êrişî klana jin-dayikê kir, birayê wê qetil kir. Dayika xwedawend û zarokên wê revandin, berhem û zeviyên wê talan kirin. Lê tu carî jinan serî netewand. Tu carî neheqiya ku li ser hate ferzkirin, nepejirand.
Berxwedan bûye yek ji taybetmendiyên herî bihêz ên jinan. Ji serdema Şoreşa Neolotîk ve ku bi berxwedana Înanayê ji bo 104 meyên ku Enkî dest danî ser, dest pê dike û hetanî berxwedana Hîpatiyayê ya ji bo parastina raman û felsefeya azad. Ji berxwedana Zenûbiyayê ku xwest civaka xwe bi azadî û serfirazî bi rê ve bibê, hetanî Clara Zetkîn ku bû dengê jinên kedkar. Ji Zerîfeya ku bêrûmetî qebûl nekir û bû sembola rihê welatparêziyê, hetanî Sarayan ku bû qîrîna jinên azad. Dengê berxwedana jinan ji dîrokê bilind dibe hetanî niha. Tu carî ev dengê berxwedêr qut nebû û tu carî qut nabe. Dîrokeke demdirêj a berxwedanê bi destê jinan hatiye nivîsandin û hîn jî tê nivîsandin.
Dema em bi çavê jinan li hûrgiliyên dîrokê dinêrin, em di nav her rojeke salê de rastî destanên berxwedanê tên. Bi sed hezaran jinên ku destan nivîsandine, lê navê wan nehatiye ziman hene, di nav rûpelên dîrokê de veşartî ne. Dibe ku yek bi yek navên wan neyên nasîn, lê rihê wan di nav dil û mêjiyê me de dijî. Em baş dizanin ger jinan ev qasî li ber xwe nedaba, wê tiştekî bi navê nirxên civakî û mirovatiyê heta roja me nikarîba dewam bikira, ji ber ku abîdeya van nirxan û avakera wan jin bi xwe ye.
Tevahî rojên salê ji bo me jinan rojên berxwedanê ne. Yek ji van rojên ku bûn sembola berxwedana jinên karker jî 8’ê Adarê ye. Hûn ji min bipirsin ‘jina karker kî ye?’ Ez ê bêjim dibe ku beşeke kêm jinên arîstokrat û hevkarên zilamên deshilatdar dûrî kedê bin, lê di bingeha xwe de jin bi giştî kedkar in. Dema em ‘kedkar’ pênase dikin, divê tenê kesên ku di kargehan de kar dikin, neyên bîra me. Jin bi giştî bi keda dildarî jiyanê ji xwe re, ji zarok, mêran û tevahî civakê re saz dikin û bedew dikin. Jixwe ya jinan xweşik jî dike, ked û girêdana wan a bi jiyanê re ye. Dibe wek sembol ew jinên ku di kargeheke li Amarîkayê de hatin şewitandin deng veda û bûn sembol. Lê di esasê xwe de ew bûn dengê tevahî jinan.
Bi pêşengiya jinên Kurd hemû rojên salê bûn rojên jinan. Jinên Kurd bûn artêş, bûn rêxistin, bûn partî, bûn dîplomat û siyasetmedar. Şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê bû berdewama dengê Tiyamat, Hîpatiya, Diyotîma, Delala mexribî, Sena mihêdelî, Besê û Leyla Qasim û Bêrîtanan. Li Rojavayê Kurdistanê jinan dengê xwe, hest û têkoşîna xwe kir yek.
Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinan, parastina cewherî bû rêbaza herî sereke. Parastina cewherî temînata jinan a jiyana birûmet e. Lê ji ber mijara parastina cewherî pir caran tê şîrovekirin, bi taybet di milê çekdarî de, ez dixwazim vê carê hinekî berê xwe bidim milê hiqûqî. Pergala jinan ku li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin, ji her milî de, pergaleke li ser bingeha parastina jinan û mafên jinan hatiye avakirin. Bîrdozî û pergaleke ku jinan bike navenda xwe, bi feraseta azadî û wekheviyê hatibe sazkirin, serkeftina xwe mîsoger kiriye. Her çi qasî di milê pêkanînê de gelek caran nebesî derdikevin û pêwîstî bi têkoşîneke navxweyî hebe jî, lê pergala hatiye avakirin, pergaleke ne ji rêzê ye. Wek mînak bejim; bi dehan sazî û dezgehên jinan hene, di serî de jin li ser hîmên wekhevî û azadiyê civakê perwerde dikin.
Li kêleka wê, mekanîzmayên mafên jinan biparêzin, tên avakirin. Wek mînak; mekanîzmaya ku di navbera Mala Jinan, Komîteya Lihevanînê û Edaleta Jinan de hatiye avakirin, ji bo parastina mafên jinan di warê hiqûqî de ye. Pir jinên ku rastî neheqiyê tên û gelek caran bi xwe nizanin çawa mafên xwe biparêzin, hene. Ev mekanîzma ji bo mafên jinan werin parastin hatiye avakirin. Ger pêwîst bike Mala Jinan bi xwe dozê ji bo parastina mafên jinan der heqê sûcdaran de vedike. Bi rêya vê mekanîzmayê xwedî li jinan derdikeve. Her wiha qanûnên ku mafên jinan di nava civak û malbatê de diparêzin, hatin sazkirin. Wek parastina mafê dayiktî, astengkirina zewaca bi zorê û zewicandina zarokan. Mafê parvekirina mîrasê ya wekhev û her wiha hin qanûnên sereke ji bo parastina mafên jinan ên wekhev di nava civak û malbatê de hene.
Her wiha di Hevpeymana Civakî de feraseta wekhevî û azadiyê esas hatiye girtin û xalên ku xwe dispêrin pîvana hevjiyana azad, esas têne girtin. Di nav pergala rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de pergala hevseroktî yek ji xalên bingehîn e ku hebûna vîna jin di her qada jiyanê de di biryar û berpirsyatiya civakê de bi cih dike. Saziyên wek Weqfa Sara, li dijî şîdeta li ser jinan tê meşandin, rasterast têkoşînê dide meşandin. Kar û barên hunerî ku Hîlala Zêrîn pê radibin çanda jiyana azad a şoreşgerî mayînde dike. Zanista jineolojiyê erka bilindkirina zanista jinan, arkeolojiya dîroka jinan dike. Heqîqeta nasnameya jinan ku bi hezaran salan di tarîtiyê de mabû, derdixe holê. Jin û mêran vedigerîne ser cewhera xwe ya mirovbûnê. Bi projeya hevjiyana azad re pîvanên jin û mêrên azad bi rengekî zanistî datîne holê. Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî rêya şoreşa jinan ronî dike.
Wek Akademiya Jineolojiyê di pêvajoya êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de me dît ku têkoşîna zanistî û hiqûqî ji hev ne qut e. Ger jineolojî xwe wek zanista jinan pênase dike, wê demê divê kiryarên derexlaqî û derhiqûqî di şeran de li ser jin, zarok û civakê têne meşandin, werin tomarkirin, belgekirin û were lêpirsînkirin. Ji ber erka zanistê ew e ku heqîqetê ronî bike û ji jiyaneke azad û adilane re rê veke. Zanist ne tenê tewrî bi pêş dixe. Di heman demê de jiyana azad şênber dide jiyandin. Li ser vê bingehê du lêkolîn li ser van kiryaran hatin kirin. Yek li ser kiryarên derqanûnî di nava şer de li dijî jinan, ya duyemîn jî li ser sûcên şer ên li hember zarokan. Her çi qasî ji ber rewşa şer derfetên komkirina belgeyan kêm bûn, lê dîsa van her du raporan gelek rastî derxistin holê.
Em wek Akademiya Jineolojiyê xwedî wê helwestê ne; em ê tu carî ji têkoşîna zanistî û hiqûqî ya li ser feraseta parastina cewherî gavekê bi paş de neavêjin. Ji bo ku em bibin zanista jina azad û bibin zanista ronîkirin û mîsogerkirina serkeftina şoreşa jinan, çi bikeve ser milê me, wek zanist em ê bikin. Ji ber ku em di wê zanebûnê de ne zanist di nav rûpelên pirtûkan de û di nav dîwarên zanîngehan de divê neyê dîlgirtin. Zanist divê di nav jiyanê de û di nav civakê de be, wê demê zanist dikare rol û rista xwe bilîze.



