Nûnerên partiyên siyasî, saziyên çandî, hunerî, wêjeyî û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, hunermend Mihemed Şêxo li ser gora wî ya li goristana taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bi bîr anî.
9`ê Adarê 37’emîn salvegera koça dawîn a hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ye ku yek ji sembolên herî berbiçav ên muzîka kurdî ye. Bi vê boneyê, şandeyên partiyên siyasî, saziyên çandî û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, serdana gora wî ya li goristnan taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir.
Şandeyan gul danîn ser gora wî û çend stranên wî yên navdar gotin.
Di dema bîranînê de, hunermendê Kurd Danîş Botan diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo bi salan xizmet ji bo gelê xwe kir. Botan got Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê resen ê kurdî û jêhatîbûna xwe ya sazê tê nasîn. Her wiha da zanîn ku berhemên hunerî yên Mihemed Şêxo ji bo Kurdistan û cîhanê bûne mîrate.
Birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo jî got Mihemed Şêxo di stranên xwe de doza gelê xwe aniye ziman ku ev yek bû sedema gelek zehmetiyan û ji ber wê çend caran ji hêla rejîma Baasê ve hat girtin.
Şêxo diyar kir ku rejîma Baasê bi hemû hêza xwe hewl da ku wî bê deng bike, lê nekarî dengê wî bitepisîne yan jî belavbûna stranên wî sînordar bike û dengê Mihemed Şêxo sînor derbas kirin û gihaştin her çar parçeyên Kurdistanê.



