Li gorî amarên nû yên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê de heta niha 486 kes hatine kuştin, zêdetirî 1313 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn ku bîlançoya êrişa îsraîlê ya ji 2ˊyê Adarê heta piştî danî nîvro ya îro (9 Adar) derket 486 kesî û 1313 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yekşemê ragihandibû ku 394 kes hatine kuştin.
Cozêf Ewn: Hizbullah hewl dide Lubnanê ji bo Îranê hilweşîne
Piştî ku Hizbullah ji bo bersivdana kuştina Elî Xameneyî mûçek avêtin Îsraîlê,
Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn, Hizbullah bi hewldana hilweşandina Lubnanê tawanbar kir.
Ewn diyar kir ku Beyrût ji bo danûstandina rasterast bi Îsraîlê re amade ye.
Di hevdîtineke bi rêya dîmen de bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re Cozêf Ewn Hizbullah bi komeke çekdar a derveyî dewletê ku tu pîvanekê ji bo berjewendiya lubnanê nanirxîne wesif kir.



