Rêveberiya Dibistanan a bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê îro karnameyên werza yekemîn a sala xwendinê ya 2025/2026ˊan li dehan hezaran xwendekarên dibistanan belav kirin.
Karname li xwendekarên qonaxên xwendinê yên seretayî, navîn, amadehî û xwendekarên dibistanên pîşeyî hatin belavkirin. Her wiha diyariyên sembolîk li xwendekarên serkeftî hatin belavkirin.
Werza yekemîn a xwendinê ya sala 2025/2026ˊan di 25ˊê Çileyê de bi dawî bûbû, dihat payîn ku di navbera 20 û 25ˊê heman mehê de karname li xwendekarên dibistanên herêma Cizîrê bihatana belavkirin. Lê proseya belavkirinê, ji ber hewandina koçberên ku ji ber êrişên komên hikumeta demkî neçar mane herêmên xwe biterikînin û li dibistanan werin bicihkirin, dereng ma.



