Hikumeta Iraqê ji bo petrolê bifiroşe welatên derve.
Li gor Reutersê, Iraqê ji hikumeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku rêyên Herêma Kurdistanê û boriya petrolê ya Ceyhanê bi kar bîne.
Reutersê eşkere kir ku hikûmeta Iraqê ev yek bi fermî ji Herêma Kurdistanê xwesetiye.
Li gor heman jêderê, Iraqê xwesetiye ku petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê di bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re were hinardekirin.
Reuters’ê destnîşan kir ku Iraq dixwaze rojane bi rêya vê boriyê nêzîkî 100 hezar bermîl petrol hinarde bike û dibe ku ev rêje di paşerojê de were zêdekirin.
Her wekî da zanîn ku Bexda wê lêçûna veguhestina petrolê hilgire ser xwe, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê hîna bersivek nedaye.
Wekî tê zanîn, 3 adarê Supay Pasdarên Îranê ragihand ku tengava Hurmuzê hatiye girtin û dê keştiyan bikin hedef.



