Mekteba Siyasî ya YNK’ê ragihand Salih Muslim mînakek girîng ji bo têkoşîna mafên gelê Kurd li Rojava û avakirina ezmûna xweseriya demokratîk ya gelê me li wê beşê Kurdistanê pêşkêş kir.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) ji ber şehadeta siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim peyamek sersaxiyê weşand.
Peyama Mekteba Siyasî ya YNK’ê wiha ye;
“Em sersaxiyên xwe yên germ ji malbata têkoşer û siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Birêz Salih Muslim û hemû hevrê, dost, heval û alîgirên wî re dixwazin.
Birêz Salih Muslim, ji destpêka Şoreşa Gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve, bi rêya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û têkoşerên din di têkoşîna mafên gelê Kurd li Rojava de û avakirina ezmûna rêveberiya xweser de mînakek girîng pêşkêş kir.
Salih Muslim her wiha bavê Şehîd Şervan’e ku jiyana xwe ji bo azadiya welat feda kiriye.
Koça dawiya vî têkoşerê gelê me, windahiyeke ji bo têkoşîna Rojava û demokratîkbûna Sûriyeya nû.”



