Hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kalemêrek li Efrînê revand.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Xelîl Nasro xwest mala kurê wî ku ji 2018’an ve hatibû desteserkirin û kel û pelên malê werin vegerandin. Li ser vê daxwazê di navbera wî û endamekî hêzên ewlehiya giştî bi navê Selah de pevçûn derket û gef lê hat xwarin.
Piştre dewriyeya hêzên ewlekariya giştî wî revand û sewqî baregeha xwe ya li bajarê Efrînê kir. Piştî hat darizandin û sewqî girtîgeha navendî ya Marateyê hat kirin.


