Cenazeyê şehîd Salih Muslim li bajarê Qamişloyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Beriya çend kêliyan, karwanê cenaze yê endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê şehîd Salih Muslim ji Tirbespiyê gihaşt bajarê Qamişloyê.
Karwanê cenaze li benda kontorlê ya Nimetlî ya li deriyê rojhilat ê têketina bajarê Qamişloyê ji aliyê bi sedan şêniyan, endamên saziyan û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin.
Girse bi hildana wêneyên şehîd Salih Muslim, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê pêşwaziya cenaze kir.
Sibe wê li bajarê Qamişloyê merasîma oxirkirinê were lidarxistin û piştre ber bi Kobanê ve were rêkirin. Cenazeyê şehîd Salih Muslim wê li Pakrewangehga Şehîd Dîcleyê were oxirkirin.



