Hêzên li baregeha Qesrik a nêzî bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê bi cih bûne dronek xist.
Drona ku hewl da li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê bide hat xistin.
Ji destpêka êrişên îsraîlê û Amerîkayê li dijî Îranê ev cara duyemîn e ku baregeh bi dronan tê hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku bi xistina dronê re tu zirar çênebûne.



