Li Humsê êriş, revandin û talankirin dewam dike.
Di nava 2 rojan de kesek birîndar bû û 2 kes hatin revandin û hewla revandina kesekî hat dayîn.
Li bajarê Humsê 2 çekdaran ku li motorsîklêtê bûn, gule li şêniyek bi navê Ebû Mihemed reşandin û reviyan.
Di heman rojê de li herêma Wadî Zeheb ciwanek hat revanbdin.
Li taxa Ekrema hewla revandina rêveberê peymangeha El Emel hat dayîn.
Roja 11 Adar 2026’an li taxa Zehra ya hejman bajarî, komeke çekdar êrişî firoşgehekî kir.
Li xwediyê wê da û pere kel û pelên firoşgehê talan kirin.
Her wiha kurê firoşkar, Mihemed Besam Silman jî revand.
Hate zanîn ku aliyên têkildar der barê van bûyeran de tevger nekirine.



