Rêveberiya Zanîngeha Rojava daxuyaniya zelalkirinê ya entegreya kadroyên xwe di nava Zanîngeha Furatê de da û got ew bi her awayî van nûçeyên belavbûyî yên der barê entegreyê de red dike, tiştê bûye li parêzgeha Hesekê serdaneke naskirinê ya protokolî bû.
Rêveberiya Zanîngeha Rojava têkildarî nûçeyên hatine belavkirin ku kadroyên wê di nava Zanîngeha Furatê de hatine entegrakirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Rêveberiya Zanîngeha Rojava nûçeyên belavbûyî yên der barê “entegreya” kadroyên xwe di nav Zanîngeha Furatê de bi her awayî red dike û zelal dike ku hevdîtina dawî ya li parêzgeha Hesekê pêk hatî, tenê serdaneke naskirinê ya protokolî bû; armanca wê nîqaşkirina rewşa perwerdeya zanîngehê û rêyên pêşxistina wê li herêmê bû, dûrî her cure pêşniyarên kargêrî yan avahiyên taybet bi zanîngehê. Rêveberî tekez dike ku mijarên stratejîk ên wekî mekanîzmayên entegrasyonê yan girêdayîna rêxistinî, dozên pisporiyê ne û di hevdîtinên kêlekî de nayên nirxandin, belê ev babet bi tenê bi Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî û saziyên fermî yên têkildar re tên nîqaşkirin. Her wiha, zanîngeh pabendbûna xwe bi salnameya xwendinê ya ku berê ji hêla Desteya Akademîk ve hatî pejirandin nû dike û bang li dezgehên ragihandinê dike ku di parvekirina nûçeyan de baldar bin û agahiyan ji çavkaniyên fermî bigirin, da ku ji belavkirina agahiyên çewt ên bandorê li saziyên perwerdeyê û xwendekaran dikin, dûr bikevin.”



