Piştî ku merasîma oxirkirinê li bajarê Qamişlo ji bo şehîd Salih Muslim hate lidarxistin û ber bi Kobanê ve hat oxirkirin, darbesta wî gihîşt gundên başûrê Kobanê.
Bi hezaran şêniyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Şehîd Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê pêk hat.
Piştî merasîma oxirkirinê, darbesta şehîd ber bi Kobanê ve hat oxirkirin ku li Pakrewangeha Şehîd Dicle were definkirin.
Nûçegihana me diyar kir ku beriya çend kêliyan darbesta şehîd Salih Muslim gihîşt gundên başûrê bajarê Kobanê.
Nûçegihan destnîşan kir ku wê karwan beriya berê xwe bide navenda bajêr li gundên Kobanê bigere.



