Duh artêşa Israîlê bi topan êrişî gundewarê başûrê Quneytrayê kir.
Ev jî beşeke dubare ya Îsraîlê li ser cihên leşkerî û xalên sînor li başûrê Sûriyê ye.
Artêşa Israîlê ji nav Girên Golanê top avêtin.
Top li nêzî baregeha “Tel el-Ehmer el-Şerqî” ketin.
Hat ragihandin ku ev top beşek ji hedefgirtina dubare ya cihên leşkerî û xalên sînor li başûrê Sûriyê ye.
Di 11ê Adarê de jî du top, ji aliyê Îsraîlê ve hatine avêtin.
Ew jî li herêma Wadî el-Reqad a hewza Yermûkê, li rojavayê Derayê ketin.



