Îsraîl êrişî navendeke tenduristiyê li Lubnanê kir.
Di encamê de 12 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka êrişan ve li dijî Îranê 7600 û Lubnanê 1100 êriş pêk anî.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya êrişa ser navenda tenduristiyê ragihand.
Wezaretê da zanîn ku di êrişê de 12 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Beriya vê êrişê jî li bajarokekê Sewana ekîbên ambulancê hatin hedefkirin.
Di encamê de 2 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.
Têkildarî vê jî sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres banga agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kir.
Her wiha bangeke lezgîn a 325 milyon dolarî kir.
Îsraîl: Ji destpêka şer ve li dijî Îranê 7600 û Lubnanê 1100 êriş pêk anî
Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka êrişan ve li dijî Îranê 7600 û Lubnanê 1100 êriş pêk anî .
Artêşê diyar kir ku êriş li dijî nuqteyên leşkerî û hedefên girêdayî bernameya mûşekan a Îranê pêkanîn.



