Danê sibehê li herêma Eresatî ya li navenda parêzgeha Bexdayê, êrişî baregeha Heşdî Şeebî hatiye kirin.
Di encama êrişê de 4 endamên Heşdî Şeebî mirine û 8 jî birîndar bûne.
Di nava kuştiyan de yek ji serkirdeyên Heşdî Şeebî Ebu Hisên Hemîdaw heye.
Di heman demê de Rêveberiyê Bedir, kuştina serkirdeyê rêxistina xwe Rehîf Elî Qasim,
Berpirsê sîstema mûşekan yê di nava hêzên Bedir de jî piştrast kir.



