Fermandariya Navendî ya DYE’yê daxuyand ku wan zêdetirî 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin.
(CENTCOM) got, hêzên DYE’yê li hemberî Girava Hargê ya Îranê êrîşeke hewayî ya mezin pêk anîne.
Tesîsên depoya mayinên deryayî, stargehên mûşekan û gelek tesîsên leşkerî hatin tunekirin.
Binesaziya petrolê nehatiye hedefgirtin.
Medyaya dewleta Îranê ragihand ku hinardekirina petrolê ji giravê bi awayekî asayî berdewam dike.
Hêzên çekdar ên Îranê diyar kirin ku ew ê binesaziya petrol ya aîdî şîrketên DYE’yê dikin hedef bigirin.



