Çekdarên nenas agir berdan garaca Rêveberiya Xizmetguzariyê li bajarê Girê Spî.
Çavêdiya Sûriyeyê ya Mafê Mirovan ragihand ku çekdarên nenas agir berdan garacê.
Gerac a Rêveberiya Xizmetguzariyê li bakurê Reqayê ye, di encamê de zirarên madî çêbûn.
SOHR`ê diyar kir ku encama agir de çend wesayit û erebe şewitîn û çekdarên nenas jî ji cihê bûyerê reviyan.


