Baregeha Heşdî Şeebî ya li sînorê Xurmatû çar caran rastî êrişan hat, li Bexdayê jî hejmarek hêzên Heşdî Şeebî hatin kuştin.
Di encama êrişê de birîndar çêbûn.
Duh êvarî êrişî li ser maleke li herêma Keradê ya li sînorê Bexdayê ku ji aliyê tabûrên Hizbullahê ve dihate karanîn hat kirin,
Di encamê de 3 çekdar hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li herêma Belediyat a Bexdayê wesayîtek hat bombebarankirin û 3 kes hatin kuştin.
Wezareta Pêşmergeyan: Hêzên me beşdarî êrişa li ser Heşdî Şeebî nebûne
Duh êvarî jî 3 balafirên bêmirov êrişî baregehên Lîwaya 52 ya Heşdî Şeebî, di navbera navçeya Xurmatû û bajarokê Silêman Beg de kirin.
Li gorî hin îdiayan êriş ji aliyê Pêşmergeyan ve hat kirin.
Wezareta Pêşmergeyan ev îdia bi tundî red kirin û got,
“Hêza Pêşmergeyan bi ti awayî ne beşek ji wan alozî û nakokiyên leşkerî yên ku li herêmê hene.
Pêşmerge beşdarî ti çalakiya leşkerî ya li dijî ti aliyan nebûye.”



