Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bang li têkoşîna hevpar a neteweyên li Îranê kir.
Hevpeymaniyê got: Paşerojek azad û demokratîk li Îranê tenê bi avakirina sîstemek demokratîk dikare were bidestxistin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo hemû netew û hêzên azadîxwaz ên li Îranê peyamek têkoşîna hevpar şand.
Hat diyarkirin ku paşerojek azad û demokratîk li Îranê tenê bi hevkariya netew û hêzên demokratîk dikare were avakirin.
Di peyamê de hat gotin avakirina sîstemek demokratîk a ku mafên neteweyî, edalet, wekhevî û azadiyên bingehîn nas dike, şertê sereke yê paşerojek aram û azad a Îranê ye. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ji bo avakirina Îranek azad, demokratîk û pirreng amade ye ku bi hemû hêzên siyasî û sivîl re hevkarî bike.
Hevpeymaniyê balkişand ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Tirk-Azerî de, ku bi salan li herêmên wekî Azerbaycan û Kurdistanê bi hev re jiyane. Hevpeymaniyê got paşeroja van herêman divê li ser bingeha rêveberiya hevbeş, rêzgirtina mafên wekhev û beşdariya hemû civakan were avakirin.
Herwiha hat ragihandin ku li herêmên tevlîhev ên ku Kurd û Azerî bi hev re dijîn, divê mekanîzmayek rêveberiya hevbeş a ku îradeya gel û pêkhateya nifûsê nîşan dide were damezrandin.
Hevpeymaniyê di peyama xwe de destê hevkariyê dirêjî gelê Tirk-Azerbaycan û hêzên wan ên siyasî kir û got;
Ji bo hemû diyalog, hemahengî û avakirina mekanîzmayek ewlehiya giştî amade ne.
Di dawiyê de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê teqezî kir ku bihêzkirina hevkariya di navbera hêzên demokratîk û guftugoya di navbera neteweyan de, bingehek sereke ye ji bo bidestxistina pêşerojek azad û wekhev ji bo hemû neteweyên li Îranê.



