Rejîma Baas a Iraqî berî 38’an salan, li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê, der heqê sivîlên Kurd de, komkujiyeke dermirovî pêk anî.
Îro li Rojava bi heman komployên navneteweyî hewl dan Helebecyek nû çêbikin.
Hêzên ku berê Seddam Huseyîn da Kurdan, îro dîsa heman hêzan hewl dan bi destê gelê Ereb li Rojava Helebçeyek nû çêbikin.
Dîroka Kurdistanê bi komkujiyên hovane têrtijî ye.
Bi sedhezaran Kurd ji ber siyasetên qirêj ên qirker de bûne qurban.
16 Adara 1988’an, artêşa Iraqî li jêr fermana Sedam û kurmamê wî Elî Hesen El-Mecîd, bajarê Helebceyê yê sînorî di çarçoveya operasyonên Enfalê de, da ber bêhna gaza xerdel û siyanîdê.
Di çend xulekên destpêkê de, kîmyabaranê giyanê zêdeyî 5 hezar kesên bêguneh şehîd bûn.
Vê darbeya dermirovî, bêtirî 10 hezar sivîl birîndar kirin, hin ji wan kor û pûç bûn, gelek jî digel astengiyên henaseyê rû bi rû man.
Her wekî kesên wendayî neyên jimartin.
Heta niha jî li gelek deverên Helebceyê giha şîn nayê, hin zarok jî çiloxwarî ji dayîk dibin.
Li hember jenosîda Helepceyê û li hember bi dehan Helebceyên ku bi serê Kurdan de hatine, cîhanê dengê xwe nekir û ti aliyî ji bo qerebûkirina malbatên qurbanan, dest tê werneda.
Di salvegera Komkujiya Helebceyê de, li Rojava Belebceyeke nû
Îro dema gelê Rojavayê Kurdistanê di salvegera 38’emîn de şehîdên komkujiya Helebceyê bi bîr tîne, Helebceyek nû tê pêkanîn.
Dîsa bi komployên navneteweyî, bi çekên hêzên navneteweyî, xwestin bi destê gelê Ereb û komên çekdar ên dewleta Tirk, li Rojavayê Kurdistanê Helebceyek nû pêk bînin û gelan bi hev bidin qirkirin.
Di navbera 6-29’ê Çileyê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Qetil kirin, revandin, cenazeyên jinan di avahiyan de avêtin, keziyên jinên Kurd jê kirin û dilê ciwanan derxistin.
Lê cudahiyek di navbera sala 1988 û 2026’an de heye, gelê Kurd bi yek dengî li dijî komkujiya li Rojava derket.
Rêber Abdullah Ocalan bi hewldanek mezin pêşiya komkujiyek mezintir girt.



