Li paytexta Fransa Parîsê, doza yekem a têkildarî qirkirina Êzdiyan a li ser destê DAIŞ’ê destpê kir.
Di Dadgeha Cezayê Giran de, welatiyê Fransa “Sabrî Essîd” bi sûcên qirkirin û dijî mirovahî tê darizandin.
Li gorî dosyaya lêpirsînê, Essîd 2014’an li Sûriyê tevlî DAIŞ’ê bûye û jinên Êzidî ji bazara esîran kiriye.
Tê îdîakirin ku wî sûcên mîna koletiya zayendî, destdirêjî û danûstandinên xirab pêk aniye.
Tê gotin Essîd 2018’an mirî ye.
Dadgeriya Fransa ji ber îspatek şênber ya vê nîne wî weke firarî (xwe veşartî) didarizîne.
Di rûniştinê de 3 jinên Êzidî jî amade bûn û tê payîn ku 2 ji wan li dadgehê şahidiyê bikin.
DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê êrîşên qirkirinê pêk anî.
Di van êrîşan de bi hezaran Êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di bazaran de hatin firotin.
Ev doz li Fransayê doza yekem e ku qirkirina li hemberî Êzidiyan di asta dadgehê de tê dîtin.
Her wekî li Ewropayê jî wekî beşek ji dozên li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê nirxandin.
Ji Serokatiya Dozgeriya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Neteweyî jî hat diyarkirin ku têkildarî qirkirina li hemberî Êzidiyan heta niha bi giştî “11 doz” hatine vekirin.



