Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî têkildarî alozî û bûyerên li Iraq û Herêmê peyamek da.
Talabanî di peyama xwe de diyar kir ku, di vê demê de ku herêm rû bi rû yê alozî û nearamiya giran tê, nabe biryarên ku bandorê li ser çarenûs û jiyana gel bike, bi rengekî yek alî bê girtin.
Her wekî got, niha ne dema alozî, nakokî û zêdekirina aloziyên siyasî ye.
Her wekî destnîşan kir, xelk hêjayî jiyaneke aram û bextewer e û di dema xwe de mûçeyên xwe bigirin û got:
“Niha dema yekîtiyê ye.
Em piştgirî didin diyaloga avakar yên li gel hevparên me li Hewlêr û Bexda ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Divê di heman demê de em piştrast bikin ku aramiya welatiyên xwe nexin metirsiyê.”



