Êriş û bombebaranên li ser Herêma Kurdistan û Iraqê bênavber didomin.
Hate ragihandin ku şevê din jî bi awayek hemwext êrişî Hewlêr, Bexda û Besrayê hatiye kirin.
Bi balafirên bêmirov şevê din êrişî bajarê Hewlêr hate kirin.
Lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin xistin.
Li devera ku drone lê hatine xistin, şewat derket.
Bi balafirên bêmirov êrişî Baregeha Victoria ya Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê jî hate kirin.
Li wir jî balafirên bêmirov berî bigihin hedefa xwe hatine xistin.
Di heman demê de, şîrketa Amerîkî KBR li zeviya petrolê ya Mecnûn ya parêzgeha Besrayê hat hedefgirtin.
Li beşek ji zeviya petrolê şewat derketiye.
Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28’ê Sibata îsal ve heta niha artêşa Pasdaran û komên çekdar yên ser bi Îranê ve,
307 caran êrişî Herêma Kurdistanê kirine û di encama van êrişan de 8 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.
Heşdî Şeebî ragihand ku di êrişa li ser naveneke li sînorê Qaîm ya Enbarê de 6 endamên wan hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.



