Partiya Yekitiya Demokratîk PYD a bajarê Girkê Legê ji bo şehîd Salih Muslim, li navenda xwe merasîma sersaxiyê li dar xist.
Hejmarek şênî, endamên sazî, Asayîş û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Hevserokê PYDˊê Idrîs Mela Şerîf axivî û bal kişand ser rola şehîd Salih Muslim di xizmeta doza Kurd û têkoşîna wî ya di oxira azadiyê de ye.
Mela Şerîf destnîşan kir ku dê şehîd Salih Muslim di bîra gel de zindî bimîne û ew ê li ser rêya wî ya parastina mafên gelê Kurd bimeşin.



