Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê ji ber hilweşîna beşek ji pira li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê ya ji ber baran dijwar hişyarî da.
Trafîkê diyar kir ku, ji ber barana dijwar a ku di rojên dawî de li herêmê bariyaye, beşek ji pira li ser rêya sereke ya ku bajarên Qamişlo û Tirbespiyê bi hev ve girê dide,
Li nêzîkî gundê Dugirê, hilweşiyaye û ji bo Trafîkê xetererî çêkiriye.
Rêveberiyê da zanîn ku dewriyeyên wan nîşaneyên hişyariyê li cihê bûyerê danîne,
Da ku ewlehiya welatiyan misoger bikin û pêşî li qezayan bigirin.
Rêveberiya Trafîkê ya Cizîrê ji hemû ajokaran xwest ku pir baldar bin û heya ku xebata tamîr û lênêrînê biqede, bi awayekî demkî vê rêyê bikarneynin.
Ji ajokaran hat xwestin ku ji bo ewlehiya giştî hemû talîmat û rêbernameyên ku ji hêla Rêveberiya Trafîkê ve hatine dayîn bişopînin.



