Hikumeta Afganistanê diyar kir ku Pakistanê êrişî cihekî li paytexta Kabulê kiriye, di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin.
Li gorî AFP’ê, hikûmeta Afganistanê Pakistan bi bombebarankirina paytexta Afganistanê Kabûlê, navenda dermankirina tiryakê, tewanbar kir.
Bi wê re hejmarek sivîl hatin kuştin.
Berdevkê hikumeta Afganistanê Zebîhullah Mucahîd bi rêya platforma Xˊ nivîsî û got:
Rejîma Pakistanê careke din qada hewayî ya Afganistanê bin pê kir, navendeke dermankirina tiryakê li Kabûlê bombebaran kir, di encamê de hejmarek sivîl mirin û birîndar bûn.
Heta niha, Islamabadê bersiva van tohmetên Kabûlê nedaye.
Li ser bingeha tohmetên dualî yên der barê ewlehiya sînorî û çalakiyên komên çekdar li seranserî sînorên hevbeş ên her du welatan de têkiliyên di navbera Afganistan û Pakistanê de di salên dawî de gelek caran aloz bûne.


