Li gundewarê bakurê Helebê di êrişeke çekdar a li dijî erebeyekê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Çekdarên nenas li nêzî xaçerêya Kozal a di navbera bajarokên Nibul û Zehra yê gundewarê bakurê Helebê de êriş birin ser erebeyekê.
Di êrişê de kesek bi navê Îbrahîm Hesen El Xetîb jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Razî ya Helebê.



