Kurd û dostên wan ên li Helebê amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikin.
Kurd û dostên wan ên li Helebê amadekariyên pîrozkirina Newrozê dikin. Komîteya amadekar dest bi amadekirina komên hunerî kiriye.
Pîrozbahiya mezin dê 21`ê Adarê saet di 10.00`an de li Parka Zarokên Şehîdan a li herêma Şeqîf a li kêleka taxa Şêxmeqsûd, pêk were.
Komîteya amadekar vexwendnameyên beşdarbûna çalakiyên hunerî, çandî, civakî û gelêrî yên têkildarî Newrozê belav kirin.



