Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê di daxuyaniyek de ragihand, girtiyê siyasî yê Kurd Cemşîd Îsmaîlî yê xelkê Urmiyeyê ye, ji 12’ê Adarê ve dest di gireva birçîbûnê de ye.
Torê diyar kir ku, sedemê ketina gireva birçîbûnê ji ber nedana mafê bêhinvedana demkî û berdana bi merce.
Hat gotin, Cemşîd Îsmaîlî berî 8 mehan ji bo bicihanîna 3 sal cezayê girtîgehê ew şandine girtîgeha navendî ya Urmiyeyê.
Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê anî zaiman, Malbata Cemşîd ji dema despêkirina şer ve çend carek serdana saziyên ewlehiyê yên bajêr kiriye û daxwaz kiriye ku,
Kurê wan yan were berdan yan jî destura demkî pê were dayîn.
Lê dadwerê çavdêriya girtîgehê heta niha bersiva daxwaza malbatê nedaye.



