Komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê ya Qamişloyê bang li şêniyên bajêr kir ku bi girseyî tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.
Daxuyanî ji hêla hevseroka Meclisa Bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed ve hat xwendin. Hêvî Ehmed Newroz li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û diyar kir ku amadekariyên ji bo pîrozbahiya li Qada Hîmo didomin.
Di daxuyaniyê de banga tevlêbûna girseyî hate kirin û hate gotin: “Da ku Newroza îsal bibe Newroza yekitî û azadiya Kurdan û Newroza demokrasî û aştiyê ji bo hemû gelan, em bi girseyî beşdar bibin.”
Di pîrozbahiya li Qamişoyê de dê Koma Şehîd Hêvan, hunermend Danîş Botan, Koma Botan, hunermend Newroz Efrîn, Koma Şehîd Welat, hunermend Sefkan Orkêş, Koma Sakîna û hunermend Raman Darî derkevin ser dikê.



