Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamekê Newroza 2026’an pîroz kir û got:
Di Newrozê de em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin.
Di peyamê de hat diyarkirin ku Newroz ne tenê serdemeke nû ye, lê her weha nîşana hêvî, azadî û têkoşînê ye.
KCK’ê di vê çarçoveyê de, pêşî balkişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo û daxwaza azadiya wî kir.
KCK: LI QADÊN NEWROZÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER ABO BIKIN
Her wiha diyar kir ku Newroza îsal divê bibe Newroza “azadiya Rêber Apo û yekîtiya Kurd a demokratîk” û bang li gel kir ku li her derê qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiyê bilind bikin û deriyên Îmraliyê vekin.
Di peyamê de jî hate gotin ku Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîşan daye.
Li gorî KCK’ê, ev bang rêya yekane ye ku dikare şer û nebaşiyan rawestîne û herêmê bigihîne demokrasî û aştiyê.
Her weha di peyamê de bal kişand ser rola jin û ciwanan ku di 8’ê Adarê de destpêk kirine û niha bi ruhê Newrozê têkoşîna xwe didomînin.
KCK: Em 2026 bikin sala yekîtî û civaka demokratîk
KCK’ê dibêje, bi pêşengiya wan, ev Newroz dikare bibe asta herî bilind a têkoşîna gel.
Di dawiyê de KCK’ê bang kir ku sala 2026’an bi ruhê Newrozê bibe sala azadî, yekîtiyê û civaka demokratîk.



