Heşdî Şabî ku Îran piştgiriya wê dike, li Selaheddîn û Mûsilê bû hedefa êrişê.
Hate ragihandin ku 2 endamên Heşdî Şabî mirin, 5 jî birîndar bûn.
Vê sibehê êrişêk asîmanî li ser baregeheje Heşdî Şabî ya li Deşta Nînowayê pêk hatiye.
Di encamê de çekdarek miriye û 2 çekdar jî birîndar bûne.
Di encama êrişek din a li ser Lîwaya 6 a Heşdî Şabî ya li navçeya Bêcî 3 çekdar birîndar bûne.
Her wiha vê sibehê êrişek din ya asîmanî li ser navendek din a leşkerî ya Lîwaya 31 pêk hat.
Di encama vê êrişê de jî çekdarek Heşdî Şabî hatiye kuştin.
Di dema veguhestina kuştî û birîndaran ya ji aliyê tîmên tendirustiyê ve, jî êriş dewam kirine.



