Rayedarên dadgehên rejîma Îranê 3 xwepêşanderên din ên demên dawî hatin girtin bidarvekirin.
Ajansa nûçeyan a Mîzan a ser bi saziya dadweriya Îranê ye, darvekirina 3 xwepêşanderên meha borî ya li bajarê Qum ragihand.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku vê sibehê Mehdî Qasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawudî ku di xwepêşandanên meha borî de beşdar bibûn, hatine darvekirin.
Li gor medyaya cîhanî, her sê xwepêşanderên hatine darvekirin rejîma Îranê wana bi tometa ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ darve kirine.
Rejîma Îranê gelek caran bi van tometan hewl dide kiryarên xwe yên dermirovî rewa nîşan bide.



