Koordînasyona KJK’ê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û got: ”Em vê Newrozê bikin Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Koordînasyona KJK’ê destpêkên şehîdên xwe yên Newrozê di şexse hevrê Mazlûm Dogan, Rahan Demîrel, Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan de bi bîr anî.
KJK’ê Newroz li Rêber Apo pîroz kir û got:
KJK: Bi banga Rêber Apo re mirovahî dibe xwedî hêviya jiyana azad
Dem hatiye ku dîroka Kurdan û gelan êdî ji dîroka qirkirinên trajîk derkeve.
Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re mirovahî dibe xwedî hêviya jiyana azad ku bi hesreta wê ye.
KJK: Newroz wê veguhere ruhê yekîtiyê ya jinan û gelan
KJK’ê diyar kir ku Newroz bila bibe ew roj ku agirê azadiyê veguhere ruhê yekîtiyê yê jinan, gelan û hemû bindestan ê li hemberî zaliman.
Agirê Newrozê divê weke heqîqeta Kurdan ku gelekî xwe timî ji xweliyên xwe ava dike, venemire.
KJK: Emê vê Newrozê bikin newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Di dawiyê de KJK’ê got:
Emê vê Newrozê bikin sala serketina têkoşînê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala xwegihandina jinan, ciwanan û gelê Kurd a li Rêber Apo.
Em bang li hemû jin, mêr, mirovahiyê dikin ên ku li dijî zilm, zordariya serweriya mêr di mirovbûnê de israr dikin, ku Cejna Newrozê veguherînin peymana jiyana azad a bi Rêbertî re, govenda azadiyê û bihara azadiyê.



