Konseya Rêveber a KNK’ê cejna Remezanê pîroz kir û got: Li gel şer û rewşa nediyar a li herêmê jî gel wê cejna xwe bi xwişk-biratî û di nava aştiyê de pîroz bike.
KNK’ê dibêje , kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di demeke hesas û hestyar da derbas dibe.
Şerê Emerîka – Îsraîl û Îranê bi hemû germahiya xwe ve berdewame.
Em cejna Remezanê û cejna Newrozê di vê rewşê da pêşwazî dikin.
Kurdistan û herêma me bi giştî ber bi guhertinekî ve diçe.
Her çiqas em ne terefê şer bin jî, lê şerê ku li vê herêmê berdewam dike welatê me jî dixe navxwe.
KNK’ê diyar kir ku di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî ne ku gelê me dê şahiyên xwe pîroz bike.
Bi vê munasebetê em careke din cejna Remezanê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.



